Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tundûtîjiyên malbatî bû sedema kuştina keçeke 15 salî

11:30 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Înê 16ê Pûşpera 1402 a Rojî, li gundê “Zêwe” yê  ser bi bajarê Pîranşarê, keçeke temen 15 sal a bi navê “Zîlan Eywez” ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ew keça temen 15 salî demjimêr 9 û 15 xuleka sibêdeha roja Înê, piştî hatina pêş a tundûtîjiyeke nav malbatê û piştî îşkence û lêdaneke dijwar, bi çekê ji aliyê bavê xwe yê bi navê “Ebdulselam Eywez” ve tê kuştin.

Hatiye zanîn ku Zîlana 15 salî destpêkê ji aliyê bavê xwe ve ji banê avahiyê ve hatiye darvekirin û piştre bi du gulleyan hatiye kuştin.

Kurdpa dibêje, bavê wê keçê piştî wê cinayetê xwe radestî polîsan kiriye.

Zîlan Eywez jidayîkbûya 30ê Xezelwera 1386an ji bajarê Pîranşarê ye.

Her di vê derheqê de rojên borî li bajarê Sinê, bavekî ku bi madeyên hişber ve girêdayî bûye, du keçên xwe yên 3 û 5 salî bi awayekî hovane kuştin.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, di deh salên borî de, bi awayê nivîncî salane 30 haletên kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê tomar kiriye.