Navenda Nivîskarên Îranê bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq serrkutkirina hikûmetî û tekezî li ser hêza giştî bo bi pêşxistina tevgera azadîxwaziyê, daxuyaniyek belav kirin.
Roja Înê 16ê Pûşperê, Navenda Nivîskarên Îranê tevî şermezarkirina mencên serkutkirinên wê dawiyê û banghêjkirin û dosyesazî, birêveçûna dadgehîkirinên nerohn û sepandina cezayên giran bi ser neraziyan de, ji jinan weke hêza pêşeng a xwenîşandanên li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir û xwest ku ji bo pêşdebirina tevgera azadîxwazî ya gelên Îranê herine rex hêza bi kom.
Herwisa Navenda Nivîskarên Îranê di wê daxuyaniyê de tevî tekezî li ser berdewambûna serkuta hikûmetî, daye zanîn ku rejîma Îranê piştî kuştina neraziyan li ser şeqaman, binçavkirinên berfireh, îşkence û tirsandin, sepandina cezayê bidarvekirinê û birêvebirina dadgehên şanoyî û dana destûra aramiya goristanî, niha banghêjkirin, dosyesazî û dadgehîkirinê nerohn û sepandina cezayên giran lezgîn kirine.
Di beşeke din a daxiyaniyê de hatiye gotin, ku “bê guman di rewşekê de ku li encama givaşên desthilatdariyê de bi ser xelkê azadîxwaz bi qasekî zêde bûye ku nûçeyên xwekujî bûne nûçeyên rojane, bi tenê piştgirêdan bi hêza giştî rêçareya derkevtin ji binbestî û tengasiyan e”.
Di dawiya daxiyaniyê de daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz û navendên azadîxwaz ên li seranserê cîhanê hatiye kirin ku “bibin bi dengê neraziyan, binçavkiriyan û girtiyên siyasî yên Îranê û rêgirî ji destdirêjiya rejîmê bo ser can û jiyana xelkê bikin”.