Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: “Rakirina sizayan li ser rejîma Îranê tenê dê bibe sedema kiryarên zêdetir ên terorîstî”

12:26 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê, “Mike Pompeo”, derheq rakirina dorpêçên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li ser rejîma Îranê dibêje, “rakirina sizayên li ser Îranê tenê dê bibe sedema zêdetir a kiryarên terorîstî”.

Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê, “Mike Pompeo”, roja 16ê Pûşperê bi parvekirina raporeke "Waşêngton Firî Bîkon” (Washington Free Beacon) derheq rakirina dorpêçên ser rejîma Îranê ji aliyê Amerîka û welatên Ewropî ve li ser hesaba xwe ya Twîtterê nivîsî: “Îranê bi dehan êrîşên terorîstî li Ewropayê pêk anîne. Rakirina cezayên li ser Îranê tenê dê bibe sedema zêdetir a terorê”.

Malpera “Waşêngton Firî Bîkon” di raporekê de nivîsiye: “Nemumkin e ku aliyên Ewropayî yên rêkkevtina Navkiya Îranê, sizayên navdewletî bixine ser Tehranê, ew yeka jî rê xweş dike bo rejîma tundajo bo şandina çek û cebilxane ji bo Rûsiyê”.

“Mike Pompeo”, di berdewamiya Twîttera xwe de nivîsiye: “Şaşîtiyeke metirsîdar e ji aliyê dostên me yên Ewropayê ve”.

“Corzalêm Post” (Jerusalem Post), roja Çarşemî 14ê Pûşperê di raporekê de dabû zanîn, “Feransa, Alman û Birîtaniyayê hin sîgnalan nîşan didin ku pêngavan navêjin ji bo vegerandina sizayên ser rejîma Îranê ku di çarçêveya rêkkevtina Navkî ya sala 2015an de hatibûne rakirin; Bi bê wan sizayane, dema dorpêçên cebilxaneyî yên Saziya Netewên yekgirtî li dijî Îranê di meha Okteberê de bi dawî didin, û egera vê yekê heye ku rê xweş bike bo vê ku rejîma Îranê bi şêwazekî yasayî çek û cebilxane ji bo Rûsiyê veguhazîne ku dikare ji dironên xweteqîner û çekên Îranê ji bo şerê digel Ukraynê mifahê vergire”.