Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kelanteriya 16 a rejîmê li bajarê Zahidanê kevte ber êrîşeke çekdarî

13:37 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Kelanteriya 16 a hêza serkutker a Întizamiya rejîmê li bajarê Zahidanê ku pêka çavkaniyên Belûç li serkuta xelkê û kareseta Îna bi xwîn a Zahidanê de rol hebûye, kevtiye ber êrîşa kesên çekdar û rejîmê jî kuştina du hêzên xwe di wê şerûpevçûnê de piştrast kiriye.  

Sibêdeha îro roja Şemî 17ê Pûşperê, Kelanteriya 16 a rejîmê li bajarê Zahidanê ku pêka çavkaniyên Belûç li kuştina xelkê Belûç di Îna bi xwîn a Zahidanê de rol hebûye, kevte ber tolhidan û kerba azadîxwazên Belûç û hate gullebarankirin.

Biryargeha Quds a Belûçistanê daye zanîn ku di wê şer û pevçûnê de 2 hêzên rejîma Îranê hatine kuştin.

Herwisa “Ebdulxefar Neqşbendî” bi rêya belavkirina “Twitt”ekê ve daye zanîn: “Pêka çavkaniyên agehdar, “fedayîyên Belûç”, êrîşê ser Kelanteriya 16 ku bikerê qetilama Îna bi xwîn a Zahidanê bûye, kirine”.

Pêka rapora “Halweş” a Belûşistanê, nêzî 10 kes li demjimêr 11ê sibêzû, bi birîndarî û bi kincên Belûçî ji Kelanteriya 16 bo nexweşxaneya “Nebî Ekrem” hatine veguhastin.