Kesayetiyekî hogirê Hizba Demokrat û cihê baweriya kadrên teşkîlatî yên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li gundê “Lorzin”ê yê ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
Roja Pêncşemî 15ê Pûşpera 1402 a Rojî, kesayetiyekî cihê baweriya Hizba Demokrat û kadrên teşkîlatî yên vê Hizbê li devera Mirgewer, “Elî Qubadî” naskirî bi “Elî Xecîc” ê xelkê gundê “Lorzin”ê yê ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê, çû ser rehma Xwedê.
Navbirî kesayetiyekî xuya û mêvanperwer bû û di xêr û şerên deverê de kesayetiyekî civatî bû.
Xwedêjêrazî di dehika 60an de hevkariyên bêmînak digel Hizba Demokrat kiribû.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.