Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd di bin îşkenceya hêzên rejîmê de canê xwe ji dest da

15:03 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê “Mûsa Îsmaîlî” yê xelkê gundê Peswê yê ser bi bajarê Pîranşehrê, di bin îşkenceya hêzên serkutkar ên rejîma Îranê de canê xwe ji dest da.
Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê, îro roja Şemî 17ê Pûşpera 1402 a Rojî, îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê, digel malbata “Mûsa Îsmaîlî” girtiyê siyasî yê Kurd pêwendiya telefonî girtiye û ji wan re daye zanîn ku ji bo wergirtina termê kurê xwe serdana wê binkeyê bikin.
Piştî 62 roj girtina Mûsa Îsmaîlî, malbata navbirî serdan Îtilaataê dike û Îtilaata rejîmê netenê termê kurê wan bi wan re nade, belkî ji wan re gotiye ku nabe merasima mirina wî di Mizgevtê de bê girtin.
Mûsa Îsmaîlî, welatiyê xelkê gundê Peswê yê ser bi bajarê Pîranşehrê, roja Yekşemî 17ê Banemera 1402 a Rojî, bi bê hebûna belegeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin û maşîna wî jî, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve dest bi ser de hatibû girtin.
Li gorî agahiyên Hengawê, hêzên ewlehî bi bê nîşandana ti belgeyên pêwendîdar bi derbasbûna proseya dadwerî û dadgehîkirinê, ji malbata Mûsa re ragihandine, navbirî hatiye îdamkirin. Lê malbata Îsmaîlî ku di dema binçavkirinê de bi tundî li pey rewşa kurê xwe bûne, li ser wê baweriyê ne ku ti dadgeh û dozek derheq kurê wan nehatiye kirin.
Hêzên ewlehî yên herêmê gef li malbata Îsmaîlî xwarine ku di egera belavkirina her agahî û medyayîkirina vê mijarê de, dê encamên giran li ser wan çê bike.
Hêjayê gotinê ye ku Mûsa Îsmaîlî ji dema girtinê ve heta dema canjidestdanê ti pêwendiyek bi malbata xwe re nebûye û çendîn caran malbata wî serdana saziyên cuda yên ewlehî û dadwerî yên rejîmê kiribû, lê rastî bêdengiya berpirsên rejîmê hatibû.