Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nazîla Me`irûfiyan dîsan hate binçavkirin

10:29 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Şemî 17ê Pûşpera 1402 a Rojî, Nazîla Me`irûfiyan, rojnamevana xelka bajarê Seqizê û rûniştiya bajarê Tehranê, piştî ku bo dozgeriya Êvînê hatibû gazîkirin, li wir jî hatibû binçavkirin.

Pêka Nûçeya rêkxirawên mafê mirovî, Nazîla Me`irûfiyan roja Şemî 17ê Pûşperê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve li dozgeriya Êvînê tê binçavkirin.

Wê rojnamevana Kurd roja Sêşemî 13ê Pûşperê, li ser hesaba xwe ya Twitterê nivîsîbû, hêzên Wezareta Îtilaatê êrîşî ser mala wê kirine û dest danîne ser laptop, telefon û tomarkera dengê ya wê û bi xwe re birine.

Hêzên Wezareta Îtilaata rejîmê ji vê rojnamevana Kurd re gotibûn ku divê roja Şemî 17ê Pûşperê serdana dozgeriya Êvînê bike.

Nazîla Me`irûfiyan Roja Duşemî 22ê Cozrdana 1402 a Rojî, reftarên hêza yekîneya taybet a rejîmê û bêrêzîkirinên regezî yên wan hêzên li hember xwe ku di şanoya bajar de bi bê hicaba bizorê beşdarî kiribû, bi awayekî fermî ji xelkê re behs kiribû.

Ev rojnamevana xelka bajarê Seqizê, roja Yekşemî 8ê Xezelwera 1401 a Rojî, bi sedema gotûbêjkirin digel Emced Emînî bavê Jîna Emînî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû binçavkirin.