Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê veşartgehên mûşekî yên rejîma Îranê li Kirmaşanê eşkere dike

11:08 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2023

Midehek beriya niha Navenda lêkolîn ya “Elma” a ser bi welatê Îsraîlê, vîdyoyek li ser hesaba xwe ya Twîterê belav kir ku veşartgeha mûşekên balîstîk ên rejîma Îranê li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide.

Navenda lêkolîneyî ya “Elma” ya ser bi welatê Îsraîlê çend roj berî niha vîdyoyek li ser hesaba xwe ya Twîterê belav kir, ku tê de hin veşartgehên mûşekî nîşan dide ku li 150 kîlometriya bin çiyayên Zagrosê de hilkevtine.

Her wê navendê di wê dîmenê de daye zanîn ku, Îranê herî kêm 61 veşartgeh li binkeya Keneşt û 80 veşartgeh jî, li binkeya Pênc Pile ava kiriye.

Binkeyên mûşekî yên keviya Keneşt û Pênc Pile ji girîngtirîn navendên mûşekên Balistîkî yên Spaha Pasdaran in; pêka Navenda Lêkolîneyî ya Elmayê, roja 8ê Çileya 2020an êrîşên mûşekî yên ser binkeyên hêzên hevpeymanan li Îraqê ji van her du binkeyên mûşekî yên rejîmê mifah hatibû wergirtin.