Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza du nûnerên Perlemana Ewropayê bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran

11:24 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di nameyekê de du nûnerên Perlemana Ewropayê daxwaz ji Şêwreya Yekîtiya Ewropayê kirine ku bi lezgîn Spaha Pasdaran a rejîmê bi terorîst nas bikin.

Roja Yekşemî 18ê Pûşperê, “Evîn Încîr û Tîs Rotîn” Nûnerên Perlemana Ewropayê di nameyekê de bo Serokê nû yê Şêwreya Yekîtiya Ewropayê “Manuêl Albarêz” daxwaz kirine ku bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran a rejîmê hemû rêyên yasayî bigire pêşiya xwe.

Herwisa di vê nameyê de tevî rexenekirina rêkevtina Şêwreya Yekîtiya Ewropayê bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran a rejîmê nivîsandine: Tevî dengên hemû alî yên endamên Perlemana Ewropayê bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran hê jî Encûmena karê derve negehiştiye biriyarekê li derheq xistina navê Spaha Pasdaran weke saziyeke terorîstî bi lîsta saziyên terorîstî yên Yekîtiya Ewropayê.”

Di beşek din a vê naameyê de hatiye ku Spaha Pasdaran û milîşên vê li nava Îranê û di deverê de kiryarên terorîstî encam didin ku eva bo Yekîtiya Ewropayê jî hatiye îspatkirin.

Herwisa tekezî li ser vê yekê hatiye kirin ku bi berçavgirtina kiryarên terorîstî yên Spaha Pasdaran weke mînak îdamkirina dehan kesan ji xelkê Îranê divê Yekîtiya Ewropayê bi lezgînî bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran hemû rêyên hewce û yasayî bigire pêşiya xwe