Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 42 mehan de 18 welatiyên Kurd li girtîgehên rejîmê di bin îşkencê de canê xwe ji dest dane

11:43 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ji destpêka sala 2020an a Zayînî ve heta niha 18 welatiyên Kurd li girtîgehên rejîmê di bin îşkencê de hatine kuştin.

Rojane dehan xortên Kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê têne binçavkirin û bo lêpêçîn û wergirtina îtirafên bi zorê bo navendên ewlehî yên rejîmê têne veguhastin û rastî lêdan û îşkenceyên hovane tên.

Di vê derheqê de Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê amarek ji destpêka sala 2020an a Zayînî ve heta niha ku dike 42 meh belav kiriye û daye zanîn, ku aliyê kêm 18 welatiyên Kurd ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûne binçavkirin û bo wergirtina îtirafên bi zorê rasî lêdan û îşkencên hovane hatibûn, di girtîgehên rejîmê de canê xwe ji dest dane.

Wek mînak bo cinayetên rejîma Îranê di girtîgehan de ku li derheq welatiyên Kurd encam dide û wan di bin îşkencên hovane de dikuje, roja Şemî 17 Pûşperê, girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi navê “Mûsa Îsmaîlî” yê xelkê gundê Peswê yê ser bi bajarê Pîranşehrê, di bin îşkenceya hêzên serkutkar ên rejîma Îranê li Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.