Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Kanadayê xwenîşandanek li dijî rejîma Îranê bi rê ve çû

12:02 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2023

Kurdistanî û Îraniyên rûniştî yên rojavayê Kanadayê bo piştevanîkirin ji serhildana gelên Îranê û herwisa şermezarkirina cinayet û kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê, xwenîşandanek lidar xistin.

Roja Şemî 17ê Pûşpera 1402 a Rojî, li bajarê Venkovêrê li rojavayê Kanadayê, bi hevkariya Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Îraniyên rûniştî li vî bajarî, bo şermezarkirina cinayetên rejîma Îslamî ya Îranê, xwenîşandanek lidar xistin.

Xwenîşandan bi belavkirina awazeke şorşvanî ku di wan heyamên dawiyê de ji aliyê hunermendan ve bo piştevanîkirin ji xelkê serhildêr li dijî rejîma Îranê hatiye strandin û bi vê sedemê çendîn kes ji aliyê dadgehên rejîmê ve cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin, bi rê ve çû.

Di vê xwenîşandanê de hozanvanekî repêr ê Kanadayî yê bi navê “Nihtan Nerêt” bi pêşkêşkirina strana “Tûmac Salihî”, piştevaniya xwe ji şoreşa li Îranê da xuya û cinayetên rejîma Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Herwisa girûpek ji ciwanên rûnişî yên bajarê Venkovêrê, şanoyek li derheq bidarvekirin û binçavkirina xelkê li şoreşa “Jîna”yê, pêşkêş kir.

Bername bi dana dirûşman li dijî rejîma Îranê û daxwaza zêdekirina navê Spaha Pasdaran li listeyê girûpên terorîstî bi dawî hat.