Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina 5 welatiyên xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve

10:16 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di berdewamiya girtina serberedayî û berfireh a hevwelatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, 5 welatiyên bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gor rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Yekşemî 18ê Pûşperê, pênc hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Aram Şeiban û Xizr Ebdullahî” yên xelkê bajarê Şinoyê, “Fexredîn Pûdat” yê xelkê gundê Bêtiriyan ê ser bi Şinoyê, “Osman Hemzezade” yê xelkê gundê Qirûşawê yê ser bi Şinoyê û “Ebdulkerîm Kakul” yê xelkê gundê Hesen Nûran ê ser bi Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin..

Pêka Kurdpayê, ew welatiyên bajarê Şinoyê bi bê hebûna belgên yasayî ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve bi lêdan û bêrêzîkirinê hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên ku bi ser wan de hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.