Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî din yê Kurd li girtîgehên rejîmê di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da

10:59 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê li girtîgeha rejîmê li bajarê Urmiyê bi sedema îşkencekirina hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê welatiyekî kurd yê bi navê “Peyman Gelwanî” yê temen 24 salî û xelkê bajarê “Mehabad”ê ku li girtîgeha rejîmê di bajarê “Urmiyê” de girtî bû, bi sedema lêdan û îşkencekirina hovane ya hêzên rejîmê li girtîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê bi sedema nebaşbûna rewşa tenduristiyê bo nexweşxaneya “Xumeynî” ya li bajarê Urmiyê tê veguhastin.

“Kurdpa”yê daye zanîn, ku “Peyman Gelwanî” nêzî du rojan di nexweşxaneya “Xumeynî” de dimîne, û hêzên rejîmê bi malbata wî re radigehînine ku kurê wan di nexweşxanê de ye, piştî heyamekê bi zorê rê didin ku malbata wî bo heyama kêmtir ji 20 xulekan kurê xwe bibînin.

Herwisa hatiye belavkirin ku rewşa navbirî di nexweşxanê de evqas nebaş bûye ku dest û piyên wî bi texê nexweşxanê re girêdabûn û li ser leşê wî hemû cihê lêdan û îşkenckirinê xuya bûye, tevî ku hatibû girêdan jî, bi sedema kûrahiya birîn û êşên xwe bi berdewamî dilerizî, mixabin di encamê de sipêdeha roja Yekşemî 18ê Pûşperê li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Termê “Peyman Gelwanî” heta dema belavbûna vê nûçê li sardexaneya nexweşxana “Xumeynî” li bajarê “Urmiyê” de ye.

Piştî canjidestdana “Peyman” hêzên rejîmê bi malbata wî re ragihandibûn, ku kurê wan bi sedema ketin ji bilindahiyan ve canê xwe ji dest daye, lê malbata wî ragihandine ku kurê wan ti nesaxiyek nebûye û gotinên hêzên rejîmê derevin.

“Peyman Gelwanî” 4ê Pûşpera 1402 a Rojî, piştî vê ku hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşî ser mala wî dikin navbirî binçav dikin û bo girtîgeha Îtilaatê ya rejîmê li bajarê Urmiyê vediguhazînin û navbirî di dema binçavkirinê de ji hevdîtin û pêwendîgirtin digel malbata xwe û mafê hebûna parêzer bêpar bû.

Hêjayê gotinê ye ku navbirî 7 meh berî niha zevicî bû.

Herwisa navbirî 3 sal berî niha bo heyama 3ê mehan endamê yek ji Hizbên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê bû û piştire dizivire bo Rojhilatê Kurdistanê.