Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî 7 kombûnên nerizayetiyê li Kurdistan û Îranê bi rê ve çûn

11:41 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Duşem û Yekşemî 18 û 19ê Pûşperê, hejmarek ji kamiyondaran li Tehranê man girtin û hejmarek ji malnişînkiriyên Îdareya Dabînkirina Civakî li bajarên Şûş, Kirmaşan û Ehwazê û hejmarek ji endamên Te`avuna Avahiya Parêzgariya Îlamê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Duşemî 19ê Pûşperê, kamiyondar û kompirêsdarên Tehranê, derheq azardana wan ji aliyê Polîsê hatinûçûnê ve man girtin û ajotvanên wan barhilgiran dibêjin, polîsê hatinûçûnê ji me re gotiye, ku “daxwaz ji me hatiye kirin ku divê emê barhilgiran azar bidin”.

Ew dibêjin, îro ku me nerizayetiya xwe nîşan daye, sê kes ji me hatine girtin.

Roja Yekşemî jî, hejmarek ji malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî li bajarên Kirmaşan, Şûş û Ehwazê li hember avahiya Saziya Dabînkirina Civakî di wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Wan neraziyan bi bilindkirina pilakardên nerizayetiyê dane zanîn, “berxwederê duh birsiyê îro ye û ne meclis û ne dewlet di hizra milet de nîne û malnişînkirî hişyar in û ji cudatîdanînê bêzar in”.

Li Îlamê jî, hejmarek ji karkerên Kuştargeha Pîşeyî ya Ajelî, derheq pêranegihîştina berpirsên rejîmê bi daxwazkariyên wan, li hember avahiya Parêzgariyê di vî bajarî de dest avêtin bi kombûna nerizayetiyê.

Her li bajarê Îlamê, hejmarek ji endamên Teavuna Avahiyan a Parêzgariya Îlamê, derheq piştguhavêtina daxwazkariyên wan, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Hemû rojê di Îran û Kurdistanê de tex û qadên cuda yên civatgehê li dijî gendelî û nadadperweriya berpirsên rejîma Îranê kombûnên nerizayetiyê lidar dixin.