Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgehên ewlehî yên Ewropayê: Rejîma Îranê li pey ceribandina bombeya navkî ye

12:43 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Dezgehên ewlehî yên welatên Ewropayî belav kirine, ku rejîma Îranê bi dorlêdana dorpêçan, hewla gihîştin bi teknolojiya çeka navkî dide û dixwaze çeka navkiya xwe biceribîne.

Damezraweya Lêkolînên Medyaya Rojhilata Navîn (MEMRI), bo cara yekem belgeyên wergêrankirî yên zaniyariyan li ser malpera xwe belav kiriye, û daye zanîn ku pêka hin rapor û rohnkirinên hestiyar ên dezgehên ewlehî yên welatên “Swêd, Alman û Holend”ê, rejîma Îranê bi dorlêdana dorpêçan, hewla gihîştin bi teknolojiya çeka navkî dide û dixwaze çeka navkiya xwe biceribîne û mijûlê zêdetirkirina Uraniyoma xwe ya meyandî ye.

Di rapora Dezgeha Ewlehî û Zaniyariyan a welatê Holendê “AVID” de hatiye: “Geşeya lezgîn a heyrîmayî ya meyandina Uraniyomê bi şiyana berhemanîna çeka navkî li Îranê, yekem ceribandina çeka navkî li Îranê gelek nêzîktir kiriye.

Herwisa di rapora wê saziya ewlehî de hatiye: Sala borî, Îranê bernameya navkiya xwe domand. Vî welatî herwisa bi zêdekirina paşkevta Uraniyoma tîratîbûyî ya 20 û %60 berdewam kir û bi mifahvergirtin ji santrîfiyûjan dikare bo meyandina zêdetir a Uraniyoma bi tîratiya %90 ya hewce bo çeka navkî, bikar bîne”.

Herwisa Saziya Ewlehî û Zaniyarî ya Swêdê d rapora xwe ya salane de belav kiriye: “Îran mijûlê sîxurîkirina pîşeyî ye û teknolojiyên pêşkevtî û berhemên Swêdê kiriye armanc ku bo bernameya çeka navkî têne bikaranîn”.

Saziya Ewlehiya Navxweyî ya Alman jî, di Hezîrana 2023an de derheq berhemanîna çeka navkî ji aliyê rejîma Îranê ve huşdarî dabû.