Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka yek ji şehîdên serhildana Jînayê canê xwe ji dest da

13:12 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Dayîka şehîd Mihemed Hesenî piştî bihîstina şehîdbûna kurê xwe rastî celteyê hatibû û piştî 7 meh razandin li nexweşxanê, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, “Melîhe Hesennijad” dayîka şehîd “Mihemed Hesenî” ya xelka bajarê Seqizê piştî bihîstina şehîdbûna kurê xwe rastî celteya mêjî tê û nêzî 7 mehan di nexweşxaneya “Recayî” ya bajarê “Tehran”ê de di komayê de dibe û navbirî roja Yekşemî 18ê Pûşperê her di vê nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

“Hengaw”ê dibêje, di dema rêûresma sersaxiya şehîd “Mihemed” de, hêzên Spaha Pasdaran givaşê dixine ser malabata wî û çend kes ji wan hêzan di nava mala wan de dimînin û çavedêriyê bi ser hatûçûna xelkê û gotinên wan de dikin.

Herwisa hêzên rejîmê wan neçar dikin ku nabe digel ti medayekê hevpeyvînê bikin û nûçeya şehîdbûna kurê xwe belav bikin; ew givaşên hêzên rejîmê bûne sedem ku “Melîhe Hesennijad” rastî celteya mêjiyê bê.

“Mihemed Husênî” roja Çarşemî 20ê Rezbera 1401 a Rojî, li bajarê “Seqiz”ê derheq kawilkirina mal û maşînên xelkê ji aliyê hêzên rejîmê ve nerizayetiya xwe nîşan dabû, hêzên dije şoreş yên rejîmê du caran bi maşînan li ser leşê wî re derbas dibin û şehîd dikin.