Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya hemûalî ya Hizba Demokrat ji şoreşa nû a xelkê Kurdistanê

13:15 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê radigehîne ku zêdetirîn şiyan û hêza xwe ji vo piştevanêkirin ji şoreşa nû li Kurdistanê terxan dike.

Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de bi hilkefta 22ê Pûşperê, 34emîn salvegera terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bi destê dîplomat-terorîstên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Viyena paytexta Otrîşê, tevî bandordarbûna bîr û hizrên şehîd Dr. Qasimlo li ser şoreşa Jina û belavbûna wan li ser xwast û daxwaziyên xelkê ser şeqamên Kurdistanê, di polênbendiyeke helwêst û siyasetên Hizba Demokrat de, terxankirina zêdetirîn şiyan û hêza Hizbê bo piştevanî ji şoreşa nû ya civata Kurdistanê û seranserê Îranê, wek erkekê sereke yê xwe nav dibe.

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat, ji bo birêvebirina vê piştevaniyê ji şoreşa nû ya civatgeha Kurdistanê ku bi “stugirtina erkek giran û pîroz” binav dike, pêkanîna yekgirtî û hevkariya hêz û rêkxistinên Kurdistanî û xebat bi armanca pêkanîna alternatîvek demokratîk û zêdenetewî bo qonaxa piştî Komara Îslamî bi hewce dizane.