Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî yên taybet bi 22ê Pûşperê li Kurdistanê berdewam in

13:30 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Bi hilkefta 22ê Pûşperê, salroja terorkirina rêberê lêhatî û pêşeng yê gelê Kurd Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê rejîma terorîstî ya Axundî, endam û alîgirên PDKÎ li bajarên “Urmiye, Mehabad, Bokan, bajaroka Nê û gundên derdora wan bajaran, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li nêzîkbûna 22ê Pûşperê, roja terorkirina rêberê gelê Kurd Dr. Qasimlo, endam û alîgirên PDKÎ di berdewamiya kar û çalakiyan de tevî givaşên hêzên rejîmê û pîlanên odeyên hizrî yên Îtilaata rejîmê, îsal bi awayekî berfirehtir ji berê Komara Îslamî şemezar kirin û xelkê Rojhilatê Kurdistanê digel rê û rêbaza rêberê şehîd û hemû şehîdên din yên rêya rizgariya Kurdistanê bi taybet şehîdên nû yên PDKÎ “Luqman Acî û Adil Muhacir” peyman nû kirin.

Di vê derheqê de li bajarê Urmiyê û gundên derdora vî bajarî çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin.

Ev cihên ku li bajarê Urmiyê û gundên derdorê çalakî hatine lidarxistine wiha ne: Nava bajara Urmiyê, taxên Mîrava, Welîesir, Qereçax, Şehreka Danişgah, Feleka Abyarî, Ahendost, devera Mirgewer û bajaroka Dizê ya Mirgewer, mizgevta Dizê û binkeya besîcan li Dizê, devera Soma û Biradost, Geliyê Qasimlo û devera Berandiz û gundên Mehmûdava, Hesûkendî, Karwansera, Qerar, Dîdan, Xurmava, Berandiz, Sa`etilû, Wermeziyar, û çendîn gndên din yên wê deverê.

Herwisa li bajarê Mehabadê û gundên derdora vî bajarî yên weke: Qumqela, Berdemêş, Boze, Xatûnbax, Ebdula Abad, Kepekend, Guwêktepe, û çendîn cihên din çalakiyên banghêjiyê hatne lidarxistin.

Herwisa li devera Mehal û Şarwêran, yada du şehîdên nû yên PDKÎ bilind hate nirxandin.

Ji aliyeke dinê ve, endam û alîgirên Hizbê li bajarê Bokan û gundên derdora vî bajarî jî çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Ev cihên ku çalakî tê de hatine lidarxistin wiha ne: Turcan, Buxkend, Pîrmihemed, Şêxler, Husênava, Êngîce û çendîn cihên din.

Herwisa endam û alîgirên PDKÎ li bajaroka Nê ya girêdayî bajarê Merîwanê jî, çalakiyên banghêjî yên berfireh lidar xidtin û digel rê û rêbaza PDKÎ û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê peyman nû kirin.