Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî tirba şehîd “Ebdulselam Qadir Gelwan” têk dane û birayekî wî girtine û azar dane

13:37 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Îdareya Îtilaat a rejîma Îranê li bajarê Şinoyê, piştî binçavkirina “Silêman Qadir Gelwan” ê birayê şehîdê şoreşa Jînayê “Ebdulselam Qadir Gelwan”, ew arar û îşkence dane û tirba şehîd “Ebdulselam Qadir Gelwan” jî têk dane.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, Sibêdeha roja Yekşemî 18ê Pûşpera 1402 a Rojî, hêzên Îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Şinoyê, piştî binçavkirin û reftarên tundûtîj digel “Silêman Qadir Gelwan” ê birayê şehîdê şoreşa Jînayê “Ebdulselam Qadir Gelwan”, ew di girtîgehê de azar û îşkece dane û bi bêrêzîkirin bi navbirî re, tirba birayê wî yê şehîd têk dane.

Demjimêr 3ê sibêdehê, hêzên ewlehî bi êrîşkirin bo ser mala “Silêman Qadir Gelwan”, li ber çavê jin û zarokên wî, bi awayekî tundûtîjî reftarê digel dikin û navbirî binçav dikin û bo girtîgeha Îtilaat a rejîmê li bajarê Şinoyê vediguhazînin.

Hêzên ewlehî yên rejîmê di girtîgehê de “Silêman Qadir Gewlan” heta sibêdehê îşkence kirine û pişre bo ser tirba birayê wî yê şehîd “Ebdulselam Qadir Gelwan” birine û li ber çavê wî, tirba birayê wî têk dane.

Kurdpa dibêje: Hêzên ewlehî yên rejîmê di meşa girtina “Silêman Qadir Gelwan” de, piştî bêrêzîkirinê, simbêl û rêdîna wî tiraşîne.

Malbata “Qadir Gelwan” bo çareseriya pizîşkî û wergirtina “Sîtî Îsken”ê bo kurê xwe, ew bo nexweşxaneya bajarê Nexedê veguhastine.

Hêjayê gotinê ku li 4ê Rezbera 1401 a Rojî, “Ebdulselam Qadir Gelwan” ê kurê “Nadir” ku di meşa şoreşa jînayê de li bajarê Şinoyê bi dijwarî birîndar bibû, li nexweşxaneya bajarê Urmiyê bi sedema kûrahiya birînan şehîd bû.