Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha rejîmê 2 sal girtîgeh bi ser nûciwanekî dersxwan ê xelkê bajarê Mehabadê de sepand

13:41 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Dersxwanê temen 16 salî yê xelkê bajarê Mehabadê “Ferhad Newayî” ku di meşa şoreşa “Jîna”yê de hatibû binçavkirin û heyama 7 meh û 23 roj e ku di girtîgeha rejîmê de ye, ji aliyê Dadgeha Kêyferî ya rejîmê ya taybet bi nûciwanan li bajarê Mihabadê 2 sal girtîgeh bi ser de sepand.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di vê dawiyê de, dadgeha Kêyferî ya rejîmê li bajarê Mihabadê 2 sal girtîgeh bi tohmeta “kombûn û darêtina pîlanan li dijî asayişa giştî” bi ser “Ferhad Newayî” yê dersxwan û xelkê gundê “Tirişkan” ê ser bi bajarê Mehabadê de sepandiye.

Pêka nûçeya Nûçegihaniya “Mîzan” a ser bi Dezgeha Dad a rejîmê, dadgehê “Ferhad Newayî” derheq tohmeta “Miharibe”, bi bê tawan nas kiriye.

“Ferhad Newayî”, roja Înê 27ê Xezelwera 1401 a Rojî, di meşa serhildan Jînayê de li bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û niha li girtîgeha rejîmê ya bi navê “Navenda Îslah û Terbiyet” li bajarê Urmiyê de ye; Navbirî di heyama binçavkirinê de hatiye îşkencekirin û neçar bi îtirafa bizorê hatiye.