Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha borî de 52 hevwelatî li Îranê hatine darvekirin

10:46 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di meha Hezîrana 2023an de, aliyê kêm 52 hevwelatî di girtîgehên rejîmê de ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine darvekirin.

Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê, di meha borî de 52 hevwelatî li Îranê, ji aliyê rejîma serkutkar a Îslamiya Îranê ve hatine darvekirin û bi komkirina wê amarê digel ya meha Gulanê, li ser hev dike 194 hevwelatî ku di du mehan de hatine darvekirin.

Hengawê ragihandiye, ku di nav wan girtiyan de 27 ji sedî wate 14 kes hevwelatiyên Belûç, 10 ji sedî wate 5 kes welatiyên Kurd ku yek ji wan girtiyek siyasî bûye, hatine darvekirin.

Girtiyê siyasî yê bi navê “Hêmin Mistefayî” jî di meha borî de ji aliyê celadên rejîma Îranê ve hate darvekirin.

Amara han pêka sizayê bi ser wan de hatibû sepandin, wiha hatiye: Girtiyê siyasî kesek, kuştina bi zanebûn 17 kes, tawanbar bi madên hişber 33 kes û tawanbarê destdirêjiya bizorê jî kesek bûye ku di girtîgehên rejîmê de hatine îdamkirin.