Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Nawsûdê kolberekî Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve birîndar bû

10:26 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Kolberekî Kurd yê bi navê “Îdrîs Rehmanî” yê xelkê bajarê Selasa Bawecanî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.

Roja Yekşemî 18ê Pûşpera 1402 a Rojî, hêzên ser sînorî yên rejîma Îranê, li ser sînorê “Newsûdê, teqel li hejmarek ji kolberan kirine ku di encamê de kolberek bi navê “Îdrîs Rehmanî” yê temen 33 salî û xelkê Selasa Bawecanî birîndar bûye.

Îdrîs Rehmanî xîzandar û bavê zarokekê ye ku milê wî bi teqeya hêzên rejîma Îranê li sînorê Newsûd bi giranî birîndar bûye.

Li gor rapora navendên mafê mirovî yên Kurdistanê, di heyama sê mehên destpêka sala 1402an de, zêdetir ji 44 kolber û kasibkar li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin, ku piraniya wan bi gulleyên rasterast ên hêzên rejîmê bûne qurbanî.