Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina 6 welatiyên Kurd li bajarên Pîranşehr û Şinoyê

10:29 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Şeş welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtilaata rejîma Îranê ve li bajarên Pîranşehr û Şinoyê hatine girtin.

Pêka rapora ajansên mafê mirovî yên Kurdistanê, roja Duşemî 19ê Pûşperê, du welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê yên bin navên “Şoreş Îbrahîmî” û Mamoste “Umer Îbrahîmî” yê kesayetiyê olî, di dema pêşîgirtina Hêzên rejîmê ji birêveçûna pirse û serxweşiya “Luqman Acî” yê endamê Hizba Demokrat ku di wê dawiyê de hate terorkirin, binçav kirine.

Hevdem, welatiyek din yê bi navê “Ye`iqûb Fetahî” yê xelkê gundê “Badînawê” yê ser bi bajarê Pîranşehrê di mala xwe de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatiye girtin û herwisa çend demjimêr piştre welatiyek din ê bi navê “Teyib Ebdullahpûr” ê xelkê gundê “Şênawê” yê ser bi bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin.


Pêka raporan, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran bi bê ti belgeyek yasayî, rijiyan ser mala wan du welatiyên Kurd û bi şêweyekî dirindane ew binçav kirine.


Roja Şemî 17ê Pûşperê, “Îdrîs Mihemedî Azer” yê temen 30 sal û xelkê gundê “Bawele” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hate girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Herwisa sibêdeha roja Yekşemî 18ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Silêman Şarwêranî” yê kurê Ehmed û xelkê gundê “Seydavê” yê ser bi Şinoyê, bi bê hebûna belgên yasayî ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hatiye girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zaniyariyek hûr derheq tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin ber dest nîne.