Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetirî %57 a xelkê Îranê xwarina tendirust nînin

11:07 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Berpirsekî Wezareta Kar a rejîma Îranê, gotiye ku zêdetir ji %57 a xelkê Îranê kaloriya hewce ji xwarinê wernagirin û xwarineke natendirust hene.

Bi sedema hejarî û bilindbûna nirxa xwarinan, êdî piraniya xelkê Îranê nikarin xwarina hewce bo malbatên xwe dabîn bikin, lewma di paşerojê de karesata civakî û tendirustî dê li Îranê biqewimin; di vê derheqê de Serokê Giştî yê Lêkolîna Xweşbijîviya Civakî ya rejîma Îranê “Hadî Mûsewînîk” gotiye, ku “piraniya xelkê Îranê 2,100 kalorî ku standarda rojane bo her kesî ye, ji xwarinan wernagirin û xwarîneke natendirûst hene”.

Wî berpirsê rejîmê daye zanîn: “14 milyon û 500 hezar zarok jî xwarina natendirust hene ku nêzî 10 milyon ji wan, jêr temenê 10 saliyê ne”.

Gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku piraniya xelkê Îranê bi sedema daketina dahat, bilindbûna nirxa xwarinan, hejarî û enflasyonê, êdî nikarin xwarina hewce û tendirust bo zarok û malbata xwe dabîn bikin û ew yeka dê paşhat û karlêkeriyên gelek dijwar ên tendirustî û civakiyê hebin.