Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Mehabadê malabata Peyman Gelwanî tenê nehêlan û bi şan termê wî bi axê spartin

11:17 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Şeva derbasbûyî xelkê bajarê Mehabadê hatine ser şeqaman û rê nedan ku hêzên rejîmê termê şehîd Peyman bi bê dengî bi axê bispêre.

Şeva derbasbûyî 19 li ser 20ê Pûşperê, hêzên rejîmê givaşek zêde xistibûne ser malbata şehîd “Peyman Gelwanî” heta ku bi awayekî veşartî û bi bê amadebûna welatiyan termê navbirî bi axê bispêrin, lê malbata şehîd “Peyman” ev yeka qebûl nekirin.

Herwisa hêzên rejîmê di dema veguhastina termê “Peyman” ji bajarê Urmiyê bo bajarê Mehabadê bi çend maşînên taybet digel de çûn, lê xelkê bajarê “Mehabad”ê pêş ji gihîştina termê navbirî li ser şeqaman amade bûn û pîlanên rejîmê pûç kirin û malbata şehîd “Peyman” tenê nehêlan.

Pêka vîdoyên belavbûyî, xelkê bajarê “Mehabad”ê li ber deriyê mirîşûyiya vî bajarî heta goristana “Sultan Budaq” a Mehabadê bi dirûşman termê şehîd “Peyman Gelwanî” bi şan birê kirin û rê nedan ku termê wî bikeve nav destê dijmin.

Herwisa xelkê azadîxwaz û şehîdperwer yên bajarê “Mehabad”ê li ser goristana vî bajarî bi xwandina sirûda “Ey Reqîb” û dana dirûşmên weke: “Qasimlo Qasimlo rêya te berdewam e, şehîd Peyman qehreman e şehîdê Kurdistan e, em ranawestin û rêya şehîdan winda nakin, şehîd namirin” û çendîn dirûşmên dinê dan û ji nûtirîn şehîdê gel xwedî derketin.

Di dema biaxspartina şehîd “Peyman” de,  mamosteyekî olî û kurdperwer bi zimanê Kurdî telqîn da wî. Mamosteyê olî dibêje: “Tu alxahîn be Xwedê dê ji te derbas be û tu bi zimanê şêrîn yê Kurdî bêyî telqînkirin û ger pirsî xelkê kuderê yî? Bêje xelkê Kurdistanê me û ez di nav axa Kurdistanê de jiya me.”

Herwisa ji aliyek dinê ve, hatiye belav kirin ku tevî amadebûna hêzên rejîmê li ser rêya goristanê, dronên taybet yên hilgirên dîmenan yên rejîmê jî, çavdêrî bi ser xelkê amadebûyî de dikirin.

Di heyama kêmtir ji heftiyekê du xortên Kurd li girtîgehên rejîmê di bin îşkenceyan de canê xwe ji dest dane û şehîd bûne.