Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînek li enbarên qîra palavtingeha Bender Eebasê qewimî û çendîn kes birîndar bûn

11:29 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Teqîn û agirpêkevtinek li palavtingeha “Neftê Aftab” li bajarê “Bender Ebas”ê birîndarbûna zêdetir ji 8 kesan li pey xwe anî.

Ragihandinên rejîma Îranê belav kirine, ku bi sedema teqîn û agirpêketinekê li 5 enbarên qîrê yên palavtingeha “Neftê Aftab” li şehreka pîşeyî ya kendavê li rojavayê Bender Ebasê, zêdetir ji 8 kes ji personelên temirandina agir di vê bûyerê de birîndar bûne.

Di vê derheqê de Birêveberê Pêwendiyên kompaniya “Neftê Aftab” yê bi navê “Babayî” gotiye: “Enbareke Hîdrokerbon û tankêrek li demjimêr 3ê paşnîvroya roja Duşemî rastî bûyerê hatine, lê heta niha sedema vê agirpêkevtinê xuya nîne”.

Herwisa Dadstanê rejîmê li parêzgeha Hormozganê gotiye: “Di derheq wê agirpêkevtinê de dosyeya yasayî hatiye çêkirin û pêka gotina karnasan bi sedema germahiya zêde ya agir, hê jî îmkana peydakirina sedema vê agirpêketinê nîne”.

Ev agirpêkevtine di demekê de rû daye ku di wan salên borî de gelek agirpêkevtin û teqînên bi vî rengî li palavtingehên Tehranê, kargeh û navendên pîşesazî yên Îranê çê bûne; lê rejîma Îranê xwe ji dana zaniyariyan derheq xisarên wan teqîn û agirpêkevtinane û herwisa sedema wan diparêze û hewlê dide rastiyan veşêre.