Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş sal û sê meh girtîgeh bi ser “Tomac Salihî” hunermendê repêr de hate sepandin

11:56 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Hunermendê repêr û serhildêr ku di meşa şoreşa Jin Jiyan Azadî de hatibû binçavkirin, 6 sal û 3 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, hunermendê repêr ê bi navê “Tomac Salihî” yê xelkê bajarê “Birûcên” yê girêdayî parêzgeha “Çarmehal û Bextiyarî” ku roja 8ê Xezelwera 1401an, di meşa şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de hatibû binçavkirin, bi tohmeta “Ifsad Fî erz”ê bi 6 sal û 3 meh girtîgeh hate cezadan û dawî kombûna wî ya dadgehîkirinê roja 11ê Pûşperê hatibû lidarxistin.

Nêzî 8 meh e ku bi ser binçavkirina “Tomac Salihî” re derbas dibe û di wan 8 mehan de tenê carekê kariye digel malbata xwe hevdîtinê bike.

“Tomac Salihî” berê ji aliyê Dezgeha bi nav Dad ya rejîma Îranê ve bi çendîn tohmetên cuda hatibû sizadan.

Herwisa li roja 11ê Xezelwera 1401 a Rojî, navbirî bona wergirtina îtirafên bi zorê rastî lêdan û îşkencê hatibû, û hêzên rejîmê navbirî neçar kiribûn ku li hember kamêrayê li dijê xwe biaxive.