Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Garda Qiraxavî ya welatê Endonêziyê, dest bi ser neftkêşeke rejîma Îranê de girt

13:07 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Garda Qiraxavî ya Endonêziyê, dest bi ser neftêşeke mezin a rejîma Îranê de girtiye ku bi awayê neyasayî nefta xav veguhastiye.

Roja Sêşemî 20ê Pûşperê, Garda Qiraxavî ya welatê Endonêziyê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn, bi sedema vê ku neftêşeke rejîma Îranê bi awayê neyasayî nefta reş bo nefkêşeke din veguhastiye, dest bi ser de girtiye.

Pêka rapora Nûçegihaniya Roytêrzê, Garda Qiraxaviya Endonêziyê, neftkêşa “Arman 114” a rejîma Îranê ku hilgirê zêdetir ji 272 hezar ton nefta xav a sivik bûye û xwestiye ji bo nefkêşeke din a bi alaya welatê Kamêronê veguhazîne, girtiye.

Pêka daxuyaniya Garda Qiraxavî ya Endonêziyê, neftkêşa rejîma Îranê hewal binpêkiriba yasayên deryayî yên wek temirandina sîstema naskirina otomatîk, lênedana ala û çalakiyan bê îzna qiraxavan, daye.

Herwiha di meha Çile de, Endonêziyê ji ber veguhestina neyasayî ya nefta xav û qutbûna amûra şopandinê, dest bi ser neftkêşeke mezin a rejîma Îranê de girtibû.

Neftkêşa “Arman 114” ku berê li jêr navê “Adriyan Derya” mijûlê hatin û çûnê bûye, li sala 1398 a Rojî jî, ji aliyê dewleta Îtaliyayê ve bi sedema veguhastina neyasayî ya nefta reş, dest bi ser de hatibû girtin û herwisa ew neftkêşa di nav lêsteya dorpêçên Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê de ye.