Gola Urmiyê di îsal de nizimtirîn asta bê aviyê bi xwe ve dîtiye û berpirsên rejîmê jî dibêjin, ji bo vejandina gola Urmiyê ti şiyana avê li herêmê nemaye û planên xeyalî jî nikarin vê golê vejînin.
Endamê desteya lêkolîn a navenda vejandina gola Urmiyê, “Elî Elîzade”, di hevpeyvînekê de digel yek ji rojnameyên ser bi rejîma Îranê gotiye: “Di niha de her salê nêzî 2 milyar metra sêcî ava gola Urmiyê dibe bi hilm; herwisa digel guherîna werzêriya parêzgeha Urmiyê ji dêmî ve bo avî û yeksankirina çandiniyê, bikaranîna avê zêdetirî 2 milyar metra sêcî zêde bûye”.
Navbirî dibêje bi planên xeyalî gola Urmiyê nayê vejandin û ti şiyana avê ji bo vejandina wê golê li herêmê nemaye.
“Elî Elîzade” tenê rêya zîndîbûna gola Urmiyê vedigerîne li ser veguhastina avê ji deryaya Xezer û kendav û gola wanê bo gola Urmiyê û dibêje hekî ev yeka neyê kirin, “divê em fatihaya gola Urmiyê bi yekcarî bixwînin”.
Pisporên jîngehparêzî derheq metirsiya zuhabûna yekcarî a gola Urmiyê di îsal de huşdariyan didin û dibêjin, eger ev gole bi yekcarî hişk bibe, parêzgehên derdorê vê golê dê rûbirûyê bahoza xwê bibin û hejmareke zêde ji rûniştiyên van parêzgehan dê neçar bi koçkirinê bin.