Pêka rapora "Kurdpa"yê roja Sêşemî 10ê Gelawêjê du kolberên Kurd yên bi navên "Erkan Rehmanî û Layêq Derwîşî" welatiyên bajarê "Ciwanro"yê bi sedema teqeya hêzên rejîmê li sînorê "Newsûd"ê birîndar bûn.
Çavkaniyek agehdar bi "Kurdpa"yê re ragihandiye ku hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan her du kolberan kirine.
Bi sedema teqekirina hêzên rejîmê dest û pişta wan her du kolberan birîndar bûne û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxanê hatine veguhastin.