Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nivîser û Wergêrê Kurd “Ebdulkerîm Şêxanî” koça dawî kir

11:39 - 12 Tebax 2023

Nivîskar, wergêr û zimanzanê Kurd mamoste “Ebdulkerîm Şêxanî” di temenê 90 saliyê de koça dawiyê kir.

Sibêdeha roja Şemî 21ê Gelawêjê, nivîskar, wergêr û zimanzanê Kurd mamoste “Ebdulkerîm Şêxanî” ku ji dayîkbûyê sala 1933 a Zayînî li bajarê Koyê ye, koça dawiyê kir.

Mamoste “Ebdulkerîm Şêxanî”  xwendina destpêkî û navendî li bajarê Koyê yê ser bi Başûrê Kurdistanê bi dawî anî û li sala 1952 heta 1953an bi dawîpêanîna xwendina amadeyî çû bajarê Hewlêrê û li sala 1953 heta 1954an bo dawîanîna pewerdeyê çû bajarê Bexdayê.

Mamsoste “Ebdulkerîm Şêxanî” li yekem karê xwe wek mamosteayek çû gundekî Germiyanê û li sala 1962an li bajarê Hewlêrê hate binçavkirin û heyamê 2 salan di girtîgehê de binçavkirî bû.

Mamoste “Ebdulkerîm Şêxanî” li kovara “Gelawêj” de gotarên Kurdî û Erebî wergêr dikirin û hinek car jî bi zimanê Farsî jî wergêr dikir.

Pêştî rêkevtina 11ê Adara 1970 a Zayînî, mamoste “Ebdulkerîm Şêxanî”  bi awayekî çalak beşdarî li wergêrana pirtûkên asta navendî û amadeyî kir û li piraniya kovar û rojnameyên Kurdî de li warên cuda yên wek “siyasî, civakî û rewşenbîrî” çîrok û gotar belav kirine û romana binavbang a nivîskarê Yûnanî “Nîkos Kazantêzakîs” ya li jêr navê “Birakujî” bi zimanê Kurdî wergêran kiriye.

Mamoste “Ebdulkerîm Şêxanî” pişte temenek pir ji xebat û tekoşîn li warê wergêr, nivîskarî û xizmet bi wêjeya Kurdî, di temenê 90 saliyê de li bajarê Silêmaniyê koça dawiyê kir.