Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Belûçistanê du bi kirêgirtiyên Spaha Pasdaran hatine kuştin û birîndarkirin

12:01 - 12 Tebax 2023

Di êrîşekî de du bi kirêgirtiyên Spaha Pasdaran li bajarê Qesirqend li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bûne armanca kesên çekdar ku di encamê de yek ji wan hate kuştin.

Şeva Înê li ser Şemî, rêkevta 20 Gelawêjê, di êrîşekî de du bi kirêgirtiyên Spaha Pasdaran li durêya gundê “Teleng” yê ser bi bajarê Qesirqenda Sîstan û Belûçistanê bûne amanca kesên çekdar ku yek ji wan bi navê “Siwalî Belûç” yê bi kirêgirtiyê Spaha Pasdaran hate kuştin û bi kirêgirtiyek din jî birîndar bû.

Li gorî raporan, girûpa “Ensar El-furqan” berpirsayetiya vî êrîşî kişaye stuyê xwe.

Girûpa “Ensar El-furqan”, di kanala Telegramiya xwe de ragehandiye, ku wan du kesan sala derbasbûyî, di şer û pevçûnên vê girûpê digel Spaha Pasdaran de dest hebûne û bikujê du kes ji damezrînerê “Ensar El-furqan” bûne.