Sibêdeha roja Pêncşemî 19ê Gelawêjê, şandeke Mekteba Siyasî ya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê bi serpereştiya Sekreterê vê partiyê “Belên Ebdullah”, serdana Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê rêberiya Hizba Demokrat bi serpereştiya rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya PDKÎ ve pêşwazî ji van hate kirin.
Di vê hevdîtinê de şanda Hizba Demokrat bixêrhatina şanda mêvan kir û li ser rewşa navçeyê, hewlên Hizba Demokrat li ser çawaniya rûbirûbûn digel bûyerên navçeyê û giringîdan bi berfirehkirina havpeymaniya hêz û aliyên dijberên Komara Îslamî ji bo bihêzî û bandordarbûna wan li xebatê, anî ber behsê.
Şanda Partiya Zahmetkêşanê jî, tevî balkişandin li ser rol û pêgeha Hizba Demokrat di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd de û hest bi berpirsayetîkirin li hember rewşa Herêma Kurdistanê, rola Hizba Demokrat di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de bilind nirxand.
Di dawiya vê hevdîtinê de her du aliyan berdewamiya pêwendiyan bi girîngî dane zanîn.