Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dest bi talankirina mezintirîn kangeha Uranyoma Kurdistanê kiriye

10:26 - 13 Tebax 2023

Li berdewamiya talankirina çavkaniyên sirûştî û kangehên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, bi talanbirina kangeha Uraniyoma bajarê Xoyê ji aliyê vê rejîmê ve hatiye destpêkirin.

Di heyama rojên derbasbûyî de, li bajarê Xoyê yê ser bi parêzgeha Urmiyê, qonaxa yekem a talankirina mezintirîn kangeha Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna Serokê Rêxistina Wizeya Navkî ya rejîma Îranê hate destpêkirin.

Di vê kangehê de hin madeyên girîng ên wekî “Uranyom û Molîbdenom” heye, ku Komara Îslamî dixwaze li pîşeyên xwe yên setratejî yên wekî pêwîstiyên Rêkxistina Wizeya Navkî, mifahê wergire.

Di vê projeyê de zêdetir ji 6,000 milyar Tumen sermayeguzarî hatiye kirin ku 1,000 milyar ji bo avakirina kompaniyayê hatiye terxankirin.

Hêjayî gotinê ye ku li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan û heta bi sedan kangeh hene ku dahata wan ji aliyê Komara Îslamî ve tê talankirin û heta kêmtirîn qazanc jî bo xelkê deverê nîne û heta rejîm di van cihan de kesên nexwecihî jî dadimerzîne.