Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîd Komar, Hesen Deroftade bo îdareya Îitlaatê hate gazîkirin

10:52 - 13 Tebax 2023

Hesen Deroftade, bavê şehîd Komar Deroftade bo lêpirsînê bo Îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Pîranşarê hate gazîkirin û çendîn demjimêr hate lêpêçînkirin.

Roja Şemî 21 Gelawêjê, Hesen Deroftade bavê şehîd Komar Deroftade yê şehîdê şoreşa Jînayê, bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Pîranşarê hatiye gazîkirin û restî lêpêçînê hat.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hêzên ewlehî yên rejîmê gef li Hesen Deroftade xwarine ku rêûresma salgevera jidaykbûna kurê xwe ku li 25ê Gelawêjê ye bi rê ve nebe.

Hesen Deroftade, piştî 3 demjimêr lêpirsînê hatiye azadkirin.

Şeva Yekşemî 8 Xezelwela 1401 a Rojî, Komar Deroftade, ciwanê temen 16 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, bi teqeya hêzên serkutker ên rejîmê canê xwe ji dest da û termê wî roja Duşemî 9ê Xezelwerê li gundê “Zêwke” yê Pîranşarê bi axa pîroz a Kurdistanê hate sipartin.

Rejîma serkutkar a Îranê li nêzîkbûna salvegera şoreşa Jînayê, tirs ji serhidana dubare ya xelkê heye û givaşê dixe ser malbatên şehîdan û wan ji bo navendên ewlehî gazî dike û gefê ji wan dixwe ku di serhildanê de beşdariyê nekin, lê xelkê Kurdistanê bi taybet malbatên şehîdan bi berdewamî li ser gora zarokên xwe yên şehîd amade bûne û li dijî vê rejîma serkutkar dirûşm dane.