Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî Şinoyê bo cîbicîkirina hukmê xwe bo girtîgehê hate veguhastin

10:54 - 13 Tebax 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Osman Ereszade”, ku di meşa şoreşa Jînayê de hatibû girtin, bi mebesta sepandina cezayê girtîgehê ji bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.

Li gorî nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilata Kurdistanê (Xweragirî), roja Şemî 21 Gelawêja 1402 a Rojî, “Osman Ereszade” yê welatiyê bajarê Şinoyê, ji aliyê Taya 101 a Dadseriya Giştî û Şoreş a rejîmê li vî bajarî, bi serokatiya bi nav dadwer “Rizayî”, bi tohmeta “têkdana ewlehiya giştî û piropagende li dijî rejîmê” cezayê 2 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin û bi mebesta cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha vî bajarî hatiye veguhastin.

Osman Ereszade, roja Sêşemî 27 Befranbara sala borî ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve bi bê hebûna belgeyên yasayî hatibû girtin; herwisa piştî 18 roja lêpirsîn, bo girtîgehê hatibû veguhastin û piştî derbasbûna 8 rojan bi dana barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.