Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên bajarên Serdeşt, Merîwan û Qesrê Şîrinê di nav agir de dişewitin

11:15 - 13 Tebax 2023

Di berdewamiya agirberdan ji daristanên Rojhilatê Kurdistanê, daristanên bajarê Serdeşt, Bokan û daristanên Xurmeyan li bajarê Qesrê Şîrîn û daristanên çiyayaê Dalaho di nav agir de dişewitin.
Rejîma Îranê li berdewamiya pîlanên xwe yên qirêj bo jinavbirina sirûşta Kurdistanê, li bjarê “Qesrê Şîrîn”ê agir berdaye daristanan û di nav agir de dişewitin, herwisa daristanê çiyayên Dalaho jî di nav agir de dişewitin û xelk bi bê hemû îmkanatan û alavên temirandina agir, hewla temirandina wan agiran didin, lê heta niha agir nehatiye temirandin.
Herwisa nêzî 100 hiktar ji daristanên bajarê Sedeştê di nav agir de şewitîne û tevî hemû hewlên xelkê, agir hê jî nehatiye temirandin û xelkê bi hemû hewlên xwe û bi bê îmkanatên hewce bo temirandina agir bi hemû awayekî hewla temirandina gir didin.
Herwisa daristanên gundê “Pîranekon” ê ser bi bajarê Merîwanê rastî agirê neyarê jîngeha Kurdistanê hatiye û beşeke zêde ji wan daristanan şewitîne û çendîn girûp ji endamên “Encumaena Keska Çiya” li gundên “Eskol, Siyanaw, Serdoş û Nê”yê digel xelkê xwebexş ên deverê bo temirandina agir çûne vî gundî.
Di heyama meha borî de, çend hezar hiktar ji daristan û çîrîngehên Kurdistanê di nav agir de hatine şewitandin û xelkê xwebexş û jîngehparêzan bi bê îmkanatan û bi destên betal hewla temirandina wan agiran didin.