Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî %60 a xelkê Îranê li hejariyeke tewav de dijîn

10:50 - 2 Tebax 2023

Pêka amarên rejîma Îranê, nêzî %60 a xelkê Îranê an bi tevahî hejar in an bi îmkanatên herî destpêkî yên jiyanê dijîn.

Pêka amarên belavbûyî li rojnameyên rejîma Îranê de, %30 a xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn û %27 jî bi îmkanatên herî kêm ên destpêkî yên jiyanê dijîn ku di gelemper de nêzî %60 a xelkê Îranê an di hejariyeke tewav de dejîn an neçar in bi îmkanatên herî destpêkî yên jiyanê, jiyana xwe derbas bikin.

Herwisa Navenda lêkolîn a Meclîsa rejîmê jî belav kiriye ku rêjeya hejarî li Îranê ji %19, gihîştiye ji %30 û bi berçavgirtina heşîmeta 86 milyonî ya Îranê, zêdetir ji 30 milyon kes li Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn.

Herwisa pêka amarên rejîma Îranê, dahata serane ya xelkê Îranê jî zêdetir ji %36 kêm bûye û mewdaya di navbera qata ne-hejar digel hêla hejariyê gelek kêm bûye.

Herwisa endamê Kora “Teşxisê Meslihetê Nizam” a rejîmê, “Elî Aqamihemedî” gotiye ku zêdetir ji 19 milyon kes ji xelkê Îranê ji îmkanatên destpêkî yên jiyanê wek avahî, kar, perwerdeya 12 salan, tendirûstî, xwarin û kincên hewce, bêpar in.

Birêveberê Giştî yê Lêkolînên Xweşbijîviya Civakî ya Wezareta “Te`won” a rejîmê yê bi navê “Hadî Mûswî”,gotiye: “Xwarina tendirûst j bo ji %57 a xelkê Îranê re dest nakeve”.