Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê çendîn cih li derdora bajarê Demişqê kirine armanca mûşekên xwe

11:46 - 13 Tebax 2023

Ragihandinên fermî yên Sûriyê dane zanîn ku çendîn cih ên derdora bajarê Demişqê bûne armanca mûçekên Îsraîlê û hatine teqandin, herwisa dengên çendîn teqînên mezin û li pey hev li deerdora wî bajarî hatine bihîstin.

Çendîn cih li derdora bajarê Demişqê li sibêdeha roja Yekşemî 22ê Gelawêjê bûne armanca mûşekên Îsraîlê û hatine teqandin û pêka raporên belavbûyî, dengên teqînên mezin û li pey hev li derdora bajarê Demişqê hatine bihîstin û ragihandinên fermî yên rejîma Sûriyê jî ew êrîşên esmanî piştrast kirine.

Herwisa ragihandinên fermî yên Sûriyê îdia kirine ku Ertêşa Sûriyê bersiva êrîşa mûşekî ya Îsraîlê daye û çendîn mûşekên Îsraîlê li esman teqandine.

Îsraîl bi êrîşên esmanî, binke û navendên girêdayî rejîma Îranên ên wek Hizbullaha Lubnanê û hêzên ser bi Spaha Quds û enbarên paşkevtkirina diron û mûşekên wan dike armanc û tevî teqandina wan enbaran xisarên giran bi wan hêzan dide.

Ragihandên ser bi rejîma Sûriyê, ti zaniyariyek li derheq xisarên canî û malî yên vê êrîşa mûşekî belav nekirine.