Li bajarên “Urmiye, Sine, Selmas, Seqiz, Bane, Bokan, Pîranşar, Şino û Mihabad” û gundên derdora wan bajaran, bi hilkefta 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina PDKÎ, çalakiyên berfireh ên banghêjiyê bi rê ve çûn.
Li berdewamiya xebat û çalakiya alîgirên Hizba Demokrat û endamên vê Hizbê, li devedevê salvegera avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bajar, dever û gundên ser bi bajarên “Urmiye, Sine, Selmas, Seqiz, Bane, Bokan, Pîranşar, Şino û Mihabad”ê bi dirûşm û traktên Hizbî, alaya Kurdistan û logoya Hizba Demokrat hatine xemilandin.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat li şeqam û kolanên Sinê, şeqamên bajarê Seqizê, bajarê Şino û Mihabadê û li ser tirba Pêşewa “Qazî Mihmed, devera Çomê Mecîdxan, bajaroka Serçinar, gundê Şêxalî li devera “Mehal”, gundê Bilesen ê ser bi bajarê Banê, şeqamên bajarê Pîranşarê ên wek Konexan, Mamxelîl û derdora meydana Hewraz, şeqama Kasekeran û derdora vê, gundê Qerekend, devera Pîrmihemed a Bokanê, bajarê Urmiyê û taxên Girecihû, Îslamabad, Şehreka Şahid, Wîlaşehr, Welinde, Badikî, Terziliya, Gulyex, rêya Mîrabê, felekeya Abiyarî, meydana Kargeran, şeqama Xelîcê Fars, gundên Hekê, sêriyana Aşîk, Xaneqa, Balûlan û bajarê Selmasê û gundên Del û Derbendê bi bilindkirina alaya Kurdistanê, belavkirina trakt û wêneyan û nivîsandina dirûşmên taybet bi 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina Hizba Demokrat bi bîr anîn û digel rêbaza şehîdan peymana wefadariyê nû kirin.