Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îran û Kurdistanê zêdetir ji 22 kombûnên nerizayetiyê bi rê ve çûn

10:28 - 14 Tebax 2023

Roja Yekşemî 22ê Gelawêjê, li bajarên Kurdistan û Îranê zêdetir ji 22 kombûnên nerizayetiyê li dijî gendeliya berpirsên rejîmê û guhnedana wan bi daxwazkariyên xelkê bi rê ve çûn.

Duh roja Yekşemî, hejmarek kêmendaman li ber avahiya îdareya  Bêhzêstî û avahiya parêzgariyê li bajarên Meşhed, Sine, Kirmaşan, Qum, Erdebîl, Îsfehan, Birûcerd, Kirman û Sarî, kom bûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Van kesan derheq cîbicînekirina yasaya parastina mafê kêmendaman ku li sala 1396an a Rojî hatibû pejirandin, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwiha komek ji xanenişînên dabînkirina civakî li ber deriyê avahiya Îdareya Dabînkirina Civakî a bajarên Ehwaz, Kirmaşan, Şûş, Reşt, Şûşter û Dezfûlê kom bûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Xanenişînên van bajaran daxwaza baştirkirina rewşa jiyanê, pêşkêşkirina xizmetguzariyên pizîşkî yên bêberanber û dayîna deynê hikûmetê bo Rêxistina Dabînkirina civakî kirin.

Her di roja Yekşemî de, komek xanenişînên şîrketa pola yên herêma Elborzê ya rojava li ber deriyê navenda xanenişînan a Rudbarê kom bûn.

Herwisa hejmarek karmendên Mixabirata gundan li ber avahiya parêzgariya navendên parêzgehên Xûzistanê, Luristan û Xurasana Rezewî kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Karmendên nerazî di vê kombûnê de dane zanîn: “Karmendên mixabirata gundan li gor yasayên pêşwext bi girêbestên hertimî ji aliyê kompaniya Pêwendiyên Îranê ve hatibûne damezrandin, lê dîsan jî di warê mûçe û hevkariyan de rastî cudakariyan tên”.

Her di roja Yekşemî de çendîn kombûnên din yên tex û qatên nerazî yên civakê li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve bi rê ve çû.