Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Hizba Demokrat li Almanê li dijî siyasetên rejîma Îranê xwenîşandan kirin

10:34 - 14 Tebax 2023

Endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li komîteya “Hamborg”a welatê Almanê digel çend aliyên Îranî di vî bajarî de, kombûna nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê lidar xistin.

Roja Şemî 21ê Xermanana 1402 a Rojî, li berdewamiya kombûnên nerizayetiyê li dijî siyasetên rejîma dije mirovî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, endamên Hizba Demokrat li komîteya devera Hamborgê digel çend aliyên Îranî li vî bajarî, xwenîşandanek lidar xistin.

Di vê kombûnê de peyama Hizba Demokrat bi zimanê Almanî ji aliyê “Kurdistan Serkebûd” ve hate xwendin.

“Kurdistan Serkebûd” di axavtinên xwe de behsa maşîna teror a rejîma Îslamî ya Îranê li Ewropayê û hemû cihên din bi taybet li Başûrê Kurdistanê kir ku di wê heyamê de 3 şoreşgerên Hizb û gelê me şehîd kirine. Herwisa navbirî îşare bi vê yekê kir ku terorîstên Spaha Pasdaran bi berdewamî bi rêya top, diron û mûşekan ve êrîşî ser binke û kempên Hizbê û xelkê bêtawan dike.

Navbirî di peyama xwe de îşare bi ekosayda sirûşta Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve kir û mînaka vê yekê şewitandina bi zanebûn a daristanên Zagrosê li Merîwanê kir û daye zanî heta niha zêdetir ji hezar hiktar ji wan daristanan şewitîne û giya, ajel û jîndarên din ên vê deverê li metirsiya jinavçûnê de ne.

Di beşa dawî ya xwenîşandanê de, “Mihemed Taho” sirûdeke niştîmanî sitrand û “Ronak Serhedî” jî çend dirûşm bi zimanên “Kurdî, Farsî û Almanî” li dijî rejîma Îranê da.