Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du xwendekar li zanîngeha Fenî ya Keçan li Sinê hatine girtin

10:37 - 14 Tebax 2023

Du xwendekarên keç ku xweşkê hev in, li zanîngeha Fenî ya keçan li Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin

Li gorî rapora ajansên mafê mirovî, roja Yekşemî 22 Gelawêjê, “Zîlan û Ziryan Melayî”, xwendekarên Zêrsazî yên zanîngeha Fenî ya keçan li Sinê, ku her du xweşkê hev in, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Hêzên ewlehî yên rejîmê li taxa “Ferah” a Sinê rijîane ser mala wan du xweşkan û bi bê hebûna belgên yasayî hatine girtin.

Heta niha li derheq çarenivîs û tohmetên ku bi ser wan de hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.