Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Canjidestdana kolberekî Kurd li ser sînorê Banê bi teqeya hêzên rejîmê

11:51 - 14 Tebax 2023

Li ser sînorê bajarê Banê kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên rejîma Îranê canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 22ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Erselan Resûlî” yê xelkê bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên rejîma serkutkar a Îranê li ser sînorê Hengejaleya Banê canê xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê û bi gumana hebûna kelûpelên qaçax, ev kolberê Kurd dabûne ber gulleyan.

Termê wî kolberê Kurd êvareya Yekşemî 22ê Gelwaêjê, di nav girseya xelkê Serdeştê de bi axê hate sipartin.

Her di vê derheqê de, şeva Pêncşemî 12ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Huşiyar Emînî Dosîne” yê kurê Mihemed û xelkê gundê “Dosîne” yê ser bi bajarê Banê, bi teqeya hêzên rejîmê hate kuştin.