Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dubare aliyê kêm 12 welatiyên xelkê Îlamê hatine gazîkirin û girtin

11:54 - 14 Tebax 2023

Aliyê kêm 12 welatiyên Kurd yên xelkê parêzgeha Îlamê, ku berê hatibûne girtin, dubare bo navendên ewlehî yên rejîmê hatine gazîkirin.

Li gorî nûçegihanên mafê mirovî, roja Yekşemî rêkevta 22ê Gelawêjê, aliyê kêm 12 welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Dêhloran, Avdanan û Dereşara parêzgeha Îlamê, bo navendên ewlehî yên rejîmê li bajarê Dêhloranê hatine gazîkirin û piştî lêpirsînê bo girtîgeha navendî a îdareya Îitlaata rejîmê li vê parêzgehê hatine veguhastin.

Nasnameya kesên hatinî girtin wiha hatiye ragihandin: Wehîf Çaweran, Nasir Rizayî, Ne`îm Reîsî, Mihemed Daniyalî, Mihemed Husên Hasilî yê xelkê Avdanan, Sefûra Melekî, Ezîm Yadigarî, Husên Bapîrwend, Se`idûlah Ayînî, Ferşad Ayînî, û Seîd Cemşîdî yê xelkê Dêhloranê û herwisa Dr. Bextiyar Mihemedzade yê xelkê Dereşarê.

Hêjayê gotinê ye ku li devedevê nêzîkbûna şoreşa Jînayê li Kurdistanê, givaşên hêzên ewlehî yên rejîmê bo ser xelkê û bi taybet girtiyên berê yên serhildanê, gelek zêdetir bûye û eva nîşaneya tirsa rejîmê ye ji serhildana xelkê.