Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senariyoyek din a rejîmê li Şahçiraxa Şirazê

11:58 - 14 Tebax 2023

Li Şahçiraxa bajarê Şîrazê, erîşeke çekdarî hate kirin û çend kes hatine kuştin û birîndarkirin. Berpirsên rejîmê bi şêweyên cuda li derheq vê êrîşê axivîne.

Li Şahçiraxa bajarê Şîrazê êrîşeke çekdarane qewimî û pêka gotina Parêzgarê rejîmê li parêzgeha Fars “Mihemedhadî Îmaniyê” kesek hatiye kuştin û 4 heta 5 kes jî birîndar bûne, lê nûçegihaniyên fermî yên rejîmê amara kuştina 2 heta 4 kes belav kirine û gotine ku zêdetir ji 7 kesan jî birîndar bûne.

Nûçegihaniya “Îrna” ya ser bi rejîmê belav kiriye ku di vê êrîşê de 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne, lê Nûçegihaniya “Îsna”yê belav kiriye ku 4 kes hatine kuştin û hejmarek ji xizmetkarên Şahçiraxê jî birîndar bûne û êrîşkerek jî hatiye kuştin.

Roja 4ê Xezelwera 1401 a Rojî, di germe germa şoreşa Jînayê de, rejîma Komara Îslamî ya Îranê senariyoyek lîst û êrîşê ser Şahçiraxê kir ku bala raya giştî û cîhanê bo wê aliyê rabikêşe û kes behsa serhildanê neke; wê demê 13 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Rejîmê du kes bi tohmeta desthebûn di êrîşa Şahçiraxê de girtin û roja Şemî 17ê Pûşperê, ew herdu kes hatine îdamkirin.