Du perestarên ciwan di heyama du rojan de li bajarê Kirmaşanê, bi xiwarina heban dawî bi jiyana xwe anî.
Li gorî çavkaniyên Kirmaşanê, li rojên Duşemî û Sêşemî rêkevta 9 û 10ê Gelawêjê, li bajarê Kirmaşanê du perestarên ciwan bi rêya xiwarina hebên birinc dawî bi jiyana xwe anî in.
Roja Duşemî perestarekî mêr li nexweşxaneya "Xumeynî" ya Kirmaşanê, bi xiwarina hebên birinc dawî bi jiyana xwe anî.
Herwisa roja Sêşemî, perestareka jin li nexweşxaneya "Îmam Reza" ya Kirmaşanê ku hevdem halime bû û hevjîna diktorekî bûye tê zanîn ku ev jin jî bi xiwarina hebên birinc dawî bi jiyana xwe aniye.
Hêjayê gotinê ye ku heya dema belavbûna vê nûçeyî, nasnameya van her du perestaran ne hatie zanîn û sedema xwekujiya wan jî ne rohn e.