Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, li çiayayê “Bêjngbeser” yê ser bi bajarê Bokanê, manoreke serbazî bi rê ve birin û bi vê sedemê jîngeha her çar aliyên gund di nav agir de şewitîn.
Roja Yekşemî 22 Gelawêja 1402 a Rojî, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Bokanê, li bintara çiyayê “Bêjingbeser”ê ku dibe kewşena çar gundên derdorê, manoreke serbazî lidar xist û bi vê sedemê jî pûş û zeviyên her çar gundên Qilîc, Qatanqur, Tebit û Yengîce, di nav agir de şewitîn û Spaha Pasdaran a terorîst jî ti hewlek bo temirandina agir neda.
Piştî agirpêketinê bi sedema manora serbazî a Spaha Pasdaran, xelkê deverê piştî hewl û mandîbûneke zêde ve, bi destê betal û nebûna alavên pêwîst, şiyan heta direngê şevê vî agirî kontirol bikin.
Di heyama yek du mehên derbasbûyî de, çendîn hiktar û daristan û çîrîngehên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî û destûpêwendiyên wê û herwisa ji aliyê kesên derfetçî ve hatine agirberdan û xisareke zêde bi jîngeha Kurdistanê kevtiye.