Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkoşerên Demokrat bi hilkefta bi 25ê Gelawêjê çalakî lidar xistin

18:12 - 14 Tebax 2023

Bi hilkefta 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina Hizba Demokrat, endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Demokrat li bajar, dever û gundên Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin û pêgeh û xoşewîstiya Hizba Demokrat dane selimandin.
Bi hilkefta 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina Hizba Demokrat, endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarên “Mihabad, Pîranşar, Urmiye, Bane, Merîwan, Sine, Bokan, Seqiz û Ciwanro”yê, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat, belavkirina trakt, wêne û nivîsandina dirûşmên taybet bi 25ê Gelawêjê, yada vê rojê bi bilind ragirtin û tevî pêdegirî li ser berdewamiya xebat û tekoşînê, digel Hizba xwe ya xoşewîst peyman nû kirin.
Di wan cihên bajarê Mihabadê de çalakî bi rê ve çûn: “Nav bajar, taxên Fecra xwarê, erdên bajarvaniyê, xwendingeha Hesenzade, Tepeya Qazî, xwendingeha Azad, Sê Aşan, zanîngeha Peyma Nûr, Şehrek, Kuyê Daniş, gundên Qumqela, Diryaz, Xurxure, Konedê, Girdyaqub, Gabazele, Daşxane, Qizilqopî û Qereqişlax li deveera Şarwêran û gundê Derman li devera Mehal”.
Di wan cihên bajarê Pîranşarê de çalakî hatine birêvebirin: “Taxên Kuyê Xeyam, şeqama Endîşe, Konexan, Ferhengiyan, Hewaşinasî, wizegeha Berq û derdaora wê, gundên Kelekîn, Bindirê û gundê Serînçavê”.
Herwisa li bajarê Bokanê jî li zanîngeha “Îlmî Karburdî” ya Mirava, gundê Husênabad, li bajarê Banê li rêya Bane ber bi Tajan û rêya Bane ber bi Bilekê, çalakî hatine lidarxistin.
Endamên Hizba Demokrat li gundên Simaqilû û Deryavê li devera Serşêva bajarê Seqizê, li gundê Derbend ê ser bi devera Dol a bajarê Urmiyê, li bajarê Merîwanê li gundê Kallî Xwarû, rêya Sine bo Merîwanê, bajaroka Cûcesazî, bajaroka Kanîdînar, Bêkere, Qelacê û bilindahiyên çiyayê Mîracî li pişt bajaroka “Nê” û li nav bajarên Sine û Ciwanroyê, çalakiyên berfireh ên banghêjiyê bi rê ve birin.