Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîlana têkdana tirba Jîna Emînî kevtiye warê cîbicîkirinê

10:24 - 15 Tebax 2023

Pîlana têkdana gora şehîd Jîna Emînî ku bûye meydanek bo kombûn û xwenîşandanên dijî rejîma Îranê, ji aliyê navendên ewlehî yên rejîmê li bajarê Seqizê, kevtiye haletê cîbicîkirinê.

Pîlanên navendên ewlehî yên rejîmê derheq têkdana gora Jîna Emînî û sînordarkirina hatinçûnan bo nav goristana Ayçî di halê cîbicîkirinê de ye û ew bi vê mebestê jî dixwazin pêşiya serdana xelkê bo ser gora Jîna Emînî û şehîdên din ên li vê goristanê bigirin.

Bajervaniya bajarê Seqizê bi hevkariya fermandarî û îdareya Îtilaata rejîmê li vî bajarî, di pîlanekê de dixwazin rêya hatinûçûnekê li nav goristanê çê bikin ku li rex gora şehîd Jîna derbas dibe û armanca wan jî eva ye ku di dema çêkirina rêya hatinûçûnê de, bi her awayekî be rûmeta gora vê şehîdê têk bidin û cihê kombûna xelkê jî li vî cihê nehêlin.

Hêjayî gotinê ye ku di heyama çend mehên borî de 2 caran şûşeya ser tirba Jîna Emînî ji aliyê kesên ser bi rejîma Îranê ve hatiye şikandin.

Piştî kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî ji aliyê Geşta Îrşad a rejîmê ve, heta niha bi dehan car xelkê azadîxwaz li ser gora wê kom bûne û xwenîşandan li dijî rejîma Îranê lidar xistine, ku bûye sedema wê yekê ku rejîm pîlana jinavbirina gora wê bi rê ve bibe.